Hat ragihandin ku di pêwendiya telefonî ya 273e Nîsanê ya navbera Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn de, li ser çend mijaran hatiye axaftin.
Li gorî nûçeya medya Tirk ku dispêre çavkaniyên dîplomatîk, Pûtîn û Erdogan di hevdîtina doh de, di çarçoveya koma xebatê ya civîna çaralî ya Moskowê ku di navbera wezîrên berevaniyê yên Tirkiye, Sûriye, Îran û Rûsyayê hatiye kirin de, li ser têkoşîna dijî PKK/YPGê, ewlekariya sînorên ligel Sûriyê û vegera penaberên sûrî axivî ne.
Herwiha di hevdîtinê de, kotaya hinardekirina firingiya bo Rûsyayê bo 500 hezar tonan û ya masiyan jî bo 15 hezar tonan hatiye bilindkirin.
Li gorî nûçeyê, wê ji bo geştiyarên rûsî seferên zêdetir bêne kirin û ji bo dirêjkirina peymana korîdora zad jî Erdogan pêşniyar li Pûtîn kiriye û Pûtîn jî gotiye, ew girîngiyê didin pêşniyara Tirkiyê.